Gihîna adrêsên IPyê yên hesabên miweqet - PPP

From Meta, a Wikimedia project coordination wiki
This page is a translated version of the page Access to temporary account IP addresses FAQ and the translation is 96% complete.
Outdated translations are marked like this.

Wê edîtor çawa miracaet bikin ji bo vê mafê bikarhênerên nû?

Wek standard, ev wê ji bikarhênerên xwedîheq re bi otomatîkî were tayînkirin. Tiştê ku tu hewce ye bikî tenê ev e ku gava ew li wîkiya te peyda bibe, wî bibijêre.

Lê belê, her wîkî dikare proseyê bixwe bibijêre, bi standardên ji mînîmumê bilindtir, wekî proseyeke ku kontrola şexsî lazim be. Weqfa Wîkîmedyayê di civatên herî mezin de ne hewce ye proseyeke wekî admînbûnê. Dibe ku civak hilbijêrin ku van teleban bi proseyên xwe yên mewcûd ve hel bikin, an jî rûpelên nû çêkin. Wekî nimûne, Wîkîpediya îngilîzî dibe ku teleban ji ser w:en:Wikipedia:Requests for permissions werbigire, û dibe ku Wîkîpediya bi elmanî teleban ji ser w:de:Wikipedia:Administratoren/Anfragen werbigire, û dibe ku Wîkîpediya Ukraynî teleban ji ser w:uk:Вікіпедія:Заявки на права патрульного werbigire. Civatên pir biçûk zahfê caran van teleban ji ser Dîwana wîkiya xwe werdigirin.

Civata min dixwaze ku îhtiyaciyên bilindtir deyne. Em ê çawa bikin vê yekê?

Talîmatên li Gihîna adresên IPyê yên miweqet#Hewcehiyên lokal taqîb bikin. Bi piranî, ev ê were maneya hebûna gotûbêja di civata lokal de, belgekirina qerara civatê, û di peyî de taqîbkirina proseya ji bo Daxwazkirina guhertinên konfîgurasyona wîkiyê.

Kengê wê ev mafê bikarhêneriyê berdest bibe? Em ê kengê karibin dest bi tayînkirina wê bikin?

Ev mafê bikarhêneriyê wê di dawiya salê de (ya 2023ê) li nivîsbariya MediaWikiyê were zêdekirin, herçend ku di serî de li temamê wîkiyan neaktîv be jî. Ger bixwazin, civakên ku dixwazin proseyek hewceyî vekolîna şexsî ye bikar bînin, dikarin her gav dest bi pejirandina edîtoran bikin.

Di wikiya min de grûbek heye ku mafên bikarhêneriyê jixwe ji hewcedariyên herî kêm bilindtir in. Ger me proseyeke cuda hilnebijart ew ê hemû bixweber vê mafê werbigirin. Em dikarin vê mafê nû ji bo wan tevan tayîn bikin?

Heya ku hemî bikarhênerên di komê de hemî hewcedariyên hindiktirîn bicîh bînin an jî derbas bikin, wê hingê ew dikare ji komek heyî re were tayînkirin. Endamên dahatûyê yên wê komê yê hewce bike ku hemî hewcedariyên hindiktirîn bicîh bînin an derbas bikin.

Hewcedariyên mînîmum ji bo ne-admînan pir kêm in.

Her civakek dikare hilbijêre ku standardên bilindtir saz bike. Wekî nimûne, dibe ku hin civak hilbijêrin ku vê mafê bikarhêneriyê tenê ji bo kesên ku hemî hewcedariyên hindiktirîn bicîh tînin sînordar bikin û di eynî wextê de bi rengek aktîv tevlî xebata dijî-vandalîzmê bûne. Yên din dikarin hilbijêrin ku destûrê zûtir rakin ji hewcehiyê, an jî ji-nû-ve-piştrastkirina periyodîk lazim bikin.

Hewcedariyên mînîmum ji bo yên ne-admîn pir bilind e.

Dibe ku ev carinan rast be, wek nimûne gava ku wîkî nû hatiye çêkirin. Di halên wisa de, kesek li wê wîkiyê hewce dike ku ji Daîreya Hiqûqî ya Weqfa Wîkîmedyayê îstîsnayekê bixwaze. Bi privacy(_AT_)wikimedia.org re têkilî deyne, tevî îzahkirina halê civata xwe.

Ez hewcedariyên hindiktirîn bicih tînim ji bo gihîna otomatîk, lê civata min hewceyî kontrola şexsî ye, û wan teleba min red kir!

Dayîna vî mafê bikarhênerî ji kesê ku hewcedariya herî kêm pêk tîne re bi temamî di destê civaka lokal de ye. Ne hewce ye ku kesek vê mafê bikarhêneriyê bide we.

Ez admînek im, lê ez vê mafê bikarhêneriyê naxwazim.

Hûn ê nikaribin yek ji van agahdariyan bibînin heya ku hûn peymanê qebûl nekin.

Ez bawer dikim ku kesek vê agahiyê xelet bikar tîne.

Ji kerema xwe endîşeyên xwe yên eleqedarê nepenîtiyê ji komîsyona ombudsmanan re ragihîne. Ji bo garantîkirina berpirsiyariyê, logên ji bo bikaranîna amûrê û tesbîtkirina kîjan bikarhêner gihane amûrê tên muhafezekirin.

Endîşeyên din ên di derbarê nebaş-bikaranîna potansiyel de dikarî ragihînî stewardekî, bi danîna daxwazek li ser Steward requests/Permissions#Removal of accessê. Steward destûrdar in ku gihandina bikarhênerek ji adresên IPyê asteng bikin, ger bikaranîneke xelet tesbît bikin. Ev ê rê li ber gihîştinê bigire heya ku bikarhêner bixweber mafdar be an jî bi proseyek civatê re destûr jê re hatibe dayîn.