Bangewaziya Têketina Navê Bikarhêneriyê yê Yekane/Bangewaziya kesane

From Meta, a Wikimedia project coordination wiki
This page is a translated version of the page Single User Login finalisation announcement/Personal announcement and the translation is 50% complete.
Outdated translations are marked like this.

Hesabê te wê ji nû ve were binavkirin

Silav,

Koma pêşvebir a Wîkîmediyayê, ji bo bikaranîna hesaban a weke beşeke ji xebatên ku berdewam dike ya ji bo pêşkêşkirina amûrên nû û çêtir ên agahdarkirina bikarhêneran, hinek guhertinan çêdike. Ev guhertin têne wê wateyê ku tu yê li her derî xwediyê heman hesabî be. Ev ê derfetê bide ku em karibin taybetmendiyên nû yên ji bo guhertin û gotûbêjkirinê, û destûrên nermtir ên amûran bi te re parve bikin. Xaleke girîng a van guhertinan ew e ku hesabên bikarhêneran wê di nav hemû 900 wîkiyên Wîkîmediyayê de bibin yekane. Ji bo bêhtir agahiyê li bangewaziyê binêre.

Mixabin, hesabê te û hesabekî din ê bi navê {{subst:PAGENAME}} tûşî hev hatin. Ji bo ku hûn her du karibin hesabên xwe di pêşerojê de di wîkiyên Wîkîmediyayê de bikarbînin, em ê navê hesabê te weke {{subst:PAGENAME}}~{{WIKI}} biguherînin. Navê hesabê te wê di (an jî) nêzîkê 27'ê gulanê de were guhertin.

Hesabê te wê weke berê bixebite, û tu yê xwediyê hemû beşdariyên xwe be, lê dema ku tu ketiyê, divê tu navê nû yê hesabê xwe bikar bînî. Heke navê nû li xweşiya te neçe, tu dikarî ji bo guhertina nav serî li Meta Wîkiyê bidî, ev ê carekê pêk were, an jî tu dikarî xwestekê ji bo burokratên xwemalî bişînî ku heta berî 27'ê gulanê tu navekî azad ê bikarhêneriyê bistînî.

Bibore ji bo aciziyê.

Yours,
Keegan Peterzell
Community Liaison, Wikimedia Foundation