Pêşbirka Wîkîpediya Kurdî - 2023/Qeydbûn

From Meta, a Wikimedia project coordination wiki
This page is a translated version of the page Kurdish Wikipedia Editathon - 2023/Register and the translation is 86% complete.
Outdated translations are marked like this.
Pêşbirka Wîkîpediya Kurdî - 2023

Agahîyên qeydbûnê

Berî ku hûn ji bo Pêşbirka Wîkîpediyaya Kurdî - 2023ê xwe qeyd bikin, ji kerema xwe van agahîyên muhîm bi bîr bînin:

  1. Qeydbûna ji her duyan re: Du lîsteyên qeydbûnê hene, yek ji bo ckbwiki û yek ji bo kuwiki. Hûn dikarin xwe qeyda van her du lîsteyan jî bikin û bi awayekî cuda tevlî van her du projeyan jî bibin. Her projeyekî seteke xwe ya xelatên xwe heye, û ji bo her du projeyan jî îmkanên we ya xelat-wergirtinê heye.
  2. Endamên Komîteyê: Bikarhênerên ku beşek ji komîteya berpirsyar a rêxistinkirina projeyê ne, nikarin wek beşdaran xwe qeyd bikin.
  3. Ji Her kesî re vekirî: Tu edîtorekî bitecrûbe bî an jî nûhatî bî jî, tu dikarî xwe qeyd bikî. Hemû kesên ku ji bo kultur, tarîx û zimanê kurdî xwedîyê dawxwazekê bin, tên pêşwazîkirin ku beşdar bibin, ji xeynî bikarhênerên ku di xala 2yem de tên jimartin.
  4. Beşdariyên Bikarhênerên Bitecrûbe: Beşdariyên ku ji aliyê bikarhênerên bitecrûbe ve beriya destpêkirina pêşbirkê hatine kirin, nayên hesabkirin di xelatên de. Di pêşbirkê de, fokus di serî de li ser gotarên nû yên bi kalîteya bilind tên çêkirin e.
  5. Bi Hesabekî Tenê Tevlî Bibe: Divê qeydbûn tenê bi hesabekî were kirin. Bi hesabên cuda qeydbûnên ji yek carê zêdetir wê rakirina ji lîsta beşdaran encam bide.
  6. Guhertina Bikrhêneran Qedexe ye: Ji kerema ji lîsta beşdaran re navê ti bikarhênerekî tevlî neke, an jê nebe. Tu tenê dikarî navê xwe lê zêde bikî, an rakî.

Çawa qeyd bibim

Ji bo ku wek beşdarekî qeyd bibî, tenê navê xwe yê bikarhêneriyê wek {{u|Your Username}} lê zêde bike û bi # li lîsteya qeydkirina ckbwiki û/an kuwikiyê tevlî bike. Jê piştrast be ku te li gor rêberên jorîn hereket kiriye.

Lîsteyên qeydbûnê

Lîsteya Qeydbûnê ya Wîkîpediya Kurdiya Navendî (Soranî): Ji bo pêşbirka ckbwiki qeyd bibe

Lîsta Qeydbûna Beşdaran ya Wîkîpediya Kurdiya Bakurî (Kurmancî): Ji bo pêşbirka kuwiki qeyd bibe