Lijneya Rêvebirên Weqfa Wikimedia / Banga Ragihandinê:2022 Hilbijartina Lijneya Rêvebir / Banga Pêşerojê ji bo Bersivdan derbarê hilbijartinên Lijneya Parêzgeran de

From Meta, a Wikimedia project coordination wiki
Outdated translations are marked like this.

Banga Pêşerojê ji bo Bersivdan di derbarê hilbijartinên Desteya Rêvebir de

Hûn dikarin vê peyamê li ser Meta-wiki wergerînin zimanên din bibînin.

Desteya Rêvebir ji 10ê Rêbendan - 7ê Sibata 2022an de ji bo Hilbijartinên Desteyê yên dahatûyê bangek ji bo bersivdayînê amade dike.

Dema ku hûrgulî dê hefteyek berî bangê were qedandin, me bi kêmî ve du pirsên ku dê di dema vê bangê de ji bo bersivdayînê bêne pirsîn û bêne piştrast kirin:

  • Awayê çêtirîn ji bo misogerkirina temsîliyeta adil a civakên nûjen di nav Lijneyê de çi ye?
  • Di hilbijartinan de divê namzed çi tevlêbûnê bikin?

Digel ku dibe ku pirsên din werin zêdekirin, tîmê Stratejî û Rêvebiriya Tevgerê dixwaze wextê peyda bike ji endamên civatê û hevalbendan re ku berî vekirina bangê li ser pirsên pejirandî fikir û ramanan amade bikin. Em jibo vî lêborînê dixwazin ku di vê demê de navnîşek bêkêmasî ya pirsan tune. Navnîşa pirsan divê tenê bi yek an du pirsan mezin bibe. Mebest ew e ku civatê bi daxwazan newestîne û lê li ser van pirsên girîng agahdarî û nerînên xêrxwaziyê peyda bike.

Hûn dixwazin di vê Bangê de alîkariya organîzekirina danûstendina herêmî bikin?

Bi koma Stratejî û Rêvebiriya Tevgerê re li ser Meta, li ser Telegramê bi e-nameya maîledresê re têkilî daynin.

Ger pirs û fikarên we hebin bikevin têkiliyê. Tîma Stratejî û Rêvebiriyê ya Tevgerê dê heta 3ê Çileyê bi kêmanî dixebite. Ji kerema xwe, jibo her bersivek dereng di vê demê de biborînin. Di heman demê de em dizanin ku hinek endam û hevkarên civakê di betlaneyên Kanûnê de negirêdayî ne. Dema ku hûn di betlaneyê de ne, em lêborînê dixwazin.

Baştirîn,

Stratejiya Tevgera û Rêvebiriyê