Teknolojî/Guhertina serverê
Wê wîkiya we di nêz de bikeve moda tenê-xwendinê
Vê peyamê bi zimanekî din bixwîne • Please help translate to your language
Wê Weqfa Wîkîmedyayê derbasbûna di navbera navendên xwe yên daneyan ya yekem û duyem de test bike. Wê ev rê bide ku Wîkîpediya û wîkiyên din ên Wîkîmedyayê piştî afeteke jî karibin serhêl bimînin. Ji bo ku jê piştrast bin ku hertişt dişixule, divê Departmana Teknolojiyê ya Wîkîmedyayê testeke plankirî pêk bîne. Wê ev test nîşanî me bide ku em dikarin ji navendekî daneyan ber bi yê din ve bi ewlemendî derbas bibin an na. Ev yek gelek tîman pêwîst dike, ji bo haziriya testê û ji bo berdestbûnê da ku her problemekî nehêvîkirî were çareserkirin.
Wê ew temamiya trafîkan, di 1 adar de. Test wê di 14:00 UTC de dest pê bike.
Mixabin, ji ber hin sînordarkirinên di MedyaWîkiyê de, divê hemû guhertin bisekinin gava em derbas bikin. Em ji ber vê qutbûnê lêborîna xwe dixwazin, û em ji bo kêmtirkirina vê ya di dahatûyê de dişixulin.
Hûn ê karibin bixwînin, lê nikaribin sererast bikin, li ser hemû wîkiyan ji bo demeke kurt.
- Roja Çarşem 1 adar 2023, tu yê nikaribî sererastkirinan bikî bi qasî saetekê.
- Ger tu di van wextan de hewl bidî ku guhertinan bikî, tu yê peyameke çewtiyê bibînî. Em hêvî dikin ku di vê dewrê de ti guhertinekî winda nebe, lê em nikarin vê yekê garantî bikin. Ger tu peyama çewtiyê bibînî, wê gavê ji kerema xwe heya ku her tişt vegere halê xwe yê normal li bendê be. Dû re tu yê karibî guhertinên xwe qeyd bikî. Lêbelê em pêşniyar dikin ku kopiyeke guhertinên xwe bigirî, bi her ihtimalekê.
Tesîrên din:
- Karên piştxanê wê hêdîtir bin û dibe ku qut bin. Lînkên sor dibe ku wekî normal nikaribin bi lez nû bibin. Ger tu gotarekî ku jixwe li cihekî din lînkkirî çêbikî, wê lînk ji normalê zêdetir bi rengê sor bimîne. Hinek skrîptên demdirêj bêne sekinandin.
- Em hêvî dikin ku bicihkirinên kodan wekî heftiyên din pêk were. Lê belê, hin sekinandinên kodan dibe ku di wextê xwe de biqewimin ger operasyon paşê van hewce bike.
- GitLab wê neberdest be teqrîben ji bo 90 deqeyan.