Amojkariya acizkirinê 2015

From Meta, a Wikimedia project coordination wiki
This page is a translated version of the page Harassment consultation 2015 and the translation is 73% complete.
Outdated translations are marked like this.

Tacîz û pirsgirêka nezaketê, di civakên binyata înternetê de pirsgirêkekî ku diltirsî dide mirovan e, her tim mezin dibe, û projeyên Wikimediayê jî awarte nîn in. Civakên Wikimediayê der barê vê mijarê de her sal çareseriyên nû peyda kiribin jî hê jî ev têkoşîn didome.

Ev beş, di nav planên tiştên ku wê di bin vê sernavê de bên kirin de yekem e, û hatiye armanckirin ku ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên têkildarî tacîzê yên di civaka Wikimediayê de fikir, xem, pêşniyar û çareseriyên gengaz, qadekî bê çêkirin.

Hûn çawa dikarin beşdar bin?

Ev cih, ji bo ragihandina van bûyeran nehatiye çêkirin. Ji bo ragihandinê mêtoda herî baş, bikaranîna kanalên di projeyên me de ye. Heta ku navê wê gelêrî bê, hûn dikarin ji me re paşragihandinê bişînin. Ji kerema xwe re navê xwe yê bikarhêneriyê nenivîse. Ji kerema xwe gava ko tu fikrên xwe parve bikî an jî yên kesên din nîqaş bikî pêşî binêre rêzikên Friendly space expectations 'ê.

Der barê tacîzên ku ji projeyên me re tên kirin de çi difikirî? Mijarê vê dibe ku ev bin:

  • Çavdêriyên der barê projeyên me an jî yên li derên din - kîjanê bikarbar e û kîjanê nîn e;
  • Ji bo çareserkirina mijarên der barê projeya me de nêzikayî an jî çareseriyên potansiyel yên sererastkirî.
  • Fikr û ramanên der barê bandora tacîzê yê li ser projeyên Wikimediayê û beşdarên wî.

Em ji hemû fikran re vekirî ne. Em hêvî dikin ku wê di dawiyê de çavkaniyên alîkar yên di van mijaran de bên berhev kirin.

Piştevaniya Civakê, Weqfa Wikimediayê

Further reading

Fikir

Click here to check for new entries